Erdogan û Putin dicivin

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Rûsyayê sibe li Sochi dicivin. Rojeva sereke jî, egera operasyona Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

04.08.2022, Per - 08:07

Erdogan û Putin dicivin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan sibe serdana bajarê Sochi yê Rûsyayê dike û li wir bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin re dicive.

Li gor agahiyan, rojeva sereke ya hevdîtinê, egera operasyona Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Rûsya pêştir dijayetiya xwe bo operasyonê ragihandibû, lê Tirkiye li ser encamdana operasyonekê li ser Minbic û Til Rifetê rijd e.

Li gor Medyaya Tirkiyeyê, Erdogan dê behsa rêkeftina 2019an a di navbera Tirkiyeyê û Rûsya de bike ku berpirsên Tirkiyeyê didin xuyakirin, Amerîka û Rûsya pabendî rêkeftinên di vê derbarê de nebûne.

Erdogan û Putin berî du hefteyan jî di lûtkeya sêalî (Rûsya, Tirkiye û Îran) a 7emîn a bi Forma Astanayê de li Tehranê civiyabûn, ji daxuyaniya dawiya lûtkeyê jî diyar bû ku Rûsya û Îranê piştgirî nedan operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x