Ezaz: Şerê di navbera grûpên çekdar de berdewam dike

Li herêma Ezazê şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve berdewam dikin.

26.09.2023, Sal - 12:32

Ezaz: Şerê di navbera grûpên çekdar de berdewam dike
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şerê di navbera çekdarên grûpa Sultan Muradê û çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) de li herêma Ezazê didome.

Heman çavkaniyan da zanîn ku di pevçûnan de bi dehan çekdar hatine kuştin û herwiha bi dehan çekdar jî birîndar bûne.

Li aliyê din ve, Desteya Tehrîr el-Şamê 2 çekdarên Sultan Muradê girtine û mikurhatinên wan belav kirin.

Li gorî axaftina van her du çekdarên hatine girtin, ji wan re gotiye dê wan bibin Azerbeycanê lê piştre berê wan daye çekdarên Tehrîr el- Şamê.

Tehrîr el-Şamê herwiha dîmenên şerê li eniya gundê Exterîn a Ezazê belav kirin.

Herêma Ezazê dikeve bakurê Helebê û rojhilatê herêma Efrînê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x