Ferhad Şamî: Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got, “Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin.”

11.03.2025, Sal - 10:44

Ferhad Şamî: Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî diyar kir ku “Peyman destpêkî ye û bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye kirin” û Amerîka aliyekî girîng ê vê peymanê ye.

Piştî îmzekirina peymanê hinek îdiayên ku dê hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin hebûn.

Şamî got, “Ew agahiyên ku behsa hatina hêzan Şamê dikin ne rast in. Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin.”

Ferhan Şamî li ser bicihbûna hêzên Şamê a li ser sînoran got:

“Wekî bê gotin ku hêzan bişînin Hisîçayê, tiştên bi vî rengî nînin û tu guherîn çênabin.

Tê texmînkirin ku li xeta sînorî ya di navbera me û Tirkiyeyê de, ew dê li Tenefê xwe bi cih bikin, ev jî îhtİmalek e.”

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê pevçûnên li Pira Qereqozaqê û êrişên li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi bîr anîn û got:

“Armanca me ya sereke rawestandina şer, rawestandina guhertina demografîk û vegera koçberên ji  Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye.

Ji bo vegera xelkê hinek merc hene û guftûgo tên kirin lê erênî ne û her kes dê vegere cihên xwe.”

Hinek xalên din ên ku Ferhad Şamî zelal kirine ev in:

- Mecliseke hevbeş dê dosyaya zîndanan çareser bike.

-  Komîteyeke Rêveberiya Xweser dê kar û barên wan kesên ku bi Kurdî xwendine çareser bike.

-  Di dosyaya DAIŞê de ti guherîn nîne, ew dosye dê di destê HSDyê de bimîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:48:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x