Fermandarê QSD'ê: DYA dê Helîkopterên Apachîyê ji bo operasyona Reqqayê bişîne

Leşkerên DYA dê helîkopterên Apacheyê di operasyona Reqqayê de bi kar bîne. Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Nasir Hec Mensûr ji Spûtnîkê re diyar kir ku DYA dê helîkopterên Apacheyê bişîne û herwiha dê hêzeke din a leşkerî ya DYAyê jî bişîne.

22.03.2017, Çar - 10:07

Fermandarê QSD'ê: DYA dê Helîkopterên Apachîyê ji bo operasyona Reqqayê bişîne
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatine bidestxistin, operasyona Reqqayê bi awayekî serkeftî berdewam dike û di vê çarçoveyê de, alîkariya leşkerî ya DYAyê bo HSDê jî zêde bûye Hat zanîn ku DYAyê dê helîkopterên Apacheyê jî bişîne.

Li nûçeyê li malpera Sputnîk bi navê Hîkmet Durgun hatîye belav kirin, Fermandarê QSD'ê ya ku YPGê hêza wê ya sereke tê de, Nasir Hec Mensûr derbarê alîkariyên leşkerî yên DYAyê bo operasyona Reqqayê de jî axivî.

Leşkerên DYA'yê Carinan Alîkarîya QSD'e li Qadê jî Dikin

Mensûr destnîşan kir ku DYA di çarçoveya operasyona Reqqayê de alîkariya leşkerî ji wan re dişîne û wiha berdewam dike: "DYA alîkariya çek û cebilxaneyê dide me. Çek her tim ji bo operasyona Reqqayê tên. Çekên giran û navgînên zirxî hertim tên. Amadekariyên DYA'yê ji bo operasyona Reqqayê berdewam dikin. Em hêvî dikin ku helîkopterên Apacheyê jî werin. Helîkopterên şerî werin. Ji bilî balafirên şerî, pêwîst e ku helîkopterên Apacheyê jî werin. Dê demeke nêz de werin. Helîkopterên Apacheyê dê di şerê Reqqayê de werin bikaranîn.

Herwiha Mensûr ragihand ku leşkerên DYAyê perwerdehiyê jî didin wan û wiha pê de çû: "Leşkerên DYAyê li dijî DAIŞ'ê çekên giran bi kat tîne. Hevahengiyê dikin. Leşkerên DYAyê gelek caran li qadê jî li gel hêzên HSDê li dijî DAIŞê şer kiriye. Li gorî şerî û rewşê tevdigerin. Di vê rewşê de, cihê xwe girtine daku çekên giran bi kar bînin û şerî kordîne bikin."

Mensûrî derbirî ku DYAyê hêzeke nû ji bo operasyona Reqqayê şandiye û dê di demeke nêz de hêzeke din jî bişîne herêmê.

Li Musilê jî bi kar tîne

Leşkerên DYAyê helîkopterên Apacheyê di operasyona Mûsilê de bi kar tînin.

Apache helîkopterên êrîşê yên du-kesî û du-tûrbînî ne ku ji aliyê Artêşa DYAyê tên bikaranîn; Apache dikare bi şer û roj û di her mercên hewayî de peywirên xwe yên êrîşa li dijî tankan û eskortê pêk bînin. Bi saya pergalên xwe yên hewavaniyê û sensorên dîtina bi şevê, dikare firînên çerixandin yan jî ya bi erdê ve jî pêk bîne(NOE). Herwiha ji ber bergiriyên dijî-elektironîk dikare bi awayekî serkeftî li dijî radar û navgînên zirxî yên neyaran şer bike."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1734 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x