Fermandarê YPGê: Çareserî Federasyon e

Fermandarê YPGê Sîpan Hemo derbarê şêwaza federasyonê de ragihand ku \"Erêniyen nimûneya Herêma Kurdistanê hene, lê hinek nîşeyên me li ser hene. Em ê sûdê jê bigirin.\"

28.03.2017, Sal - 08:55

Fermandarê YPGê: Çareserî Federasyon e
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya rojnameya erebî ya El Heyatê, Fermandarê YPGê Sîpan Hemo diyar kir ku hevkariya wan a li rojhilatê Firatê ya bi DYAyê re û ya li rojavayê Firatê ya bi Rûsyayê re dê dewam bike heta ku dawiya terorê bînin û çareseriyeke dadmend ji bo pirsa kurdî peyda bikin.

Hemo destnîşan dike ku hevkariya bi van herdû welatan re dê dewam bike û wiha dibêje: (Ev hevkarî) dê dewam bike heta ku pergala federasyonê pêk were ku têkiliyên navbera Şam û herêmên bi rêk û pêk bike.

Li gorî nûçeyeke Reutersê Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kiribû ku piştî bajarê Reqqayê ji destê DAIŞê were rizgarkirin, dibe ku ew wî bajarî tevlî herêma Federasyona Bakurê Sûriyeyê bikin û got, \"Hêviya me ev e, ji ber ku projeya me ji bo hemû Sûriyeyê ye. Dibe ke Reqqa jî bibe perçeyekî vê projeyê ye.\"

Pêwist be emê İdlîbê rizgar bikin

Herwiha fermandarê YPGê got ku ihtimal heye hevahengî di navbera Rûsya û komên erebî û kurdî de berdewam bike bi awayekî ku ji rojavayê bakurê Helebê dest pê bike û ber bi parêzgeha Idlibê ve biçe ku ji aliyê rêxistina Ceyş El Fetihê ve tê kontrolkirin û hinek komên Fetih El-Şamê(Navê wê yê berê El-Nusra bû) jî beşek ji wan in.

Derbarê tarîxa bidawîbûna operasyona Reqqayê de jî, Hemoyî got, \"Eger her tişt li gorî planên me bi rê ve biçe, em ê Reqqayê di nava çend hefteyan de yan jî mehekê ne zêde de rizgar bikin\".

Hemo derbarê têkiliyên xwe bi DYA û Rûsyayê re jî wiha got: \"Têkiliya me reqabeta Rûsya û DYAyê re tine. Em bi herdû aliyan re zelal in. Kêşeyeke me heye û ew jî teror e û dozeke me ya asil heye û ew jî pirsa kurdî ye. Em amade ne ku çareseriyeke siyasî peyda bikin û şerê terorê bikin.

Çareserî Federasyon e

Ji aliyê din ve, Hemoyî destnîşan kir ku divê çareseriya adil a pirsa kurdî li ser pergaleke federatîv were avakirin û wiha pê de çû: Baweriya me bi federasyona bakurê Sûriyeyê tê. Navenda pergala federatîv dê Şam be\".

Li ser pirsyara bê federasyona bakurê Sûriyeyê dê wek ya Herêma Kurdistanê be yan na, fermandarê YPGê diyar kirku \"erêniyên wê nimûneyê(Ya Herêma Kurdistanê) hene lê hinek tişt hene ku li gorî wan kêm in, encex ew dê sûdê ji wê nimûneyê bigirin\".

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x