Fermandara HSD ê daxuyaniya 'Bîlal Hesen': Em lêkolînê dikin

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed ragihand ew derbarê Bîlal Hassan de ku tê îdiakirin berpirsyarê êrîşa li kolana Îstîklalê ye û ew \"endamê YPGê ye\" lêkolînê dikin û got: “Berê niha jî hin kes bi bûyerên wiha wek terorîst hatibûn tohmetbarkirin, lê derketibû ku ew sivîl in.”

29.11.2022, Sal - 07:10

Fermandara HSD ê daxuyaniya 'Bîlal Hesen': Em lêkolînê dikin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Polîsan a Stenbolê wêneyê Bîlal Hassan kesê ku tê îdiakirin di nav bergumanên êrîşa Kolana Îstîklalê ya Taksîmê de ye bi cilûbergên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belav kir. Hat zanîn ku nav wî yê rast Bîlal Elhac Maoas e.

Hat îddîakirin ku kesê navborî ew kes e ku bombe gihandiye Ahlam Albashir û hat diyarkirin ku piştî êrîşê ew reviyaye Bulgaristanê.

YPJ: Em lêkolînê dikin

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed diyar kir ku ew lêkolînê li ser îdiayên ku dibêjin Bîlal Hassan endamê YPGê ye dikin.

Newroz Ehmed got: “Me dest bi lêkolînê kiriye û lêkolîna me hêj berdewam e. Jixwe dewlat Tirk ev zanyarî nû belav kirin. Her carê ew bi agahdariya nû têne. Helbet em dixwazin îdiayên dewleta Tirk ên di vê bûyerê de ku tu eleqeya me pê re nîne eşkere bikin.”

Fermandara Giştî ya YPJê herwiha diyar kir ku di dema borî de gelek kes tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û piştre jê veqetiyane û got: “Gelek kes hene weke şervan tevlî refên me bûne, lê piştre veqetiyane. Gelek Sûryeyî koçberî Tirkiyê bûne. Berê jî hinek kes wek terorîst bi bûyerên wiha tawanbar kiribûn, lê derketibû holê ku ew sivîl in. Berê her kes beşdarî pêvajoya şoreşê bû. Yên tevlî bûn û derketin jî hebûn, niha jiyana xwe ya asayî dimeşînin. Ji bo Tirkiyê her kesên li vir dijîn terorîst in, ew jî wisa dibîne. Berê jî bûyerên wiha hebûn. Ji ber vê yekê em hîn jî li ser vê mijarê lêkolîn dikin. Em dê encama lêkolîna xwe ragihînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x