Firokeyên Tirkiyê Kampa Holê bombebaran kirin

Hat ragihandin ku firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê roja Çarşemê derdora Kampa Holê ya li Hesekê bombebaran kirin.

24.11.2022, Per - 05:48

Firokeyên Tirkiyê Kampa Holê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Firokeyên şer ên Tirkiyê Kampa Holê ya li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞiyan lê dimînin bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro Çarşemê derdora Kampa Holê ya li Hesekê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku malbatên DAIŞî yên ku li Kampa Holê dimînin, hewl dane ji kampê birevin.

Berdevkê Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di parvekirina xwe ya bi Îngîlîzî ya li ser Twitterê de got, “Firokeyên şer ên Tirkiyê hêzên ewlekariya hundirîn ên ku ji parastina Kampa Holê berpirsyar in hedef girtin. Di encamê de hin malbatên DAIŞiyan ji kampê reviyan, hêzên derve niha li dû wan in.”

Ajansa Nûçeyan a North Press (NPA) di nûçeya xwe ya derbarê bombebarana Tirkiyê de ragihand ku firokeyekê bîrên neftê yên çend kîlometreyan dûrî kampê bombebaran kirine.

Di nûçeya NPAyê de her wiha hat diyarkirin ku “Çavkaniyekî ji kampê got ku hêzên Asayîşê yên ji bo parastina kampê kirine hedef.”

Bombebaran û êrîşên dronan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro qadên neft û gazê û baregeha hevpar a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rûsya bombebaran kiribûn.

Medyaya nêzî Rêveberiya Xweser jî ragihand ku dronên Tirkiyê navçeya Til Temir a Hesekê jî bombebaran kirine. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, bombebarana duyemîn di dema ku tîm diçûn dermankirina birîndaran pêk hat.

Ajansa NPA ya nêzikî Rêveberiya Xweser ragihand ku di êrîşa esmanî ya îro de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ajansên Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku derdora herêmeke baregeheke leşkerî ya hevpar a HSDê û artêşa Rûsyayê hatiye bombebarankirin. Demeke kurt beriya bombebaranê, leşkerên Rûsyayê ji baregehê derketine.

Têkildarî bombebaranê heta niha ne ji aliyê Rûsyayê, ne HSDê û ne jî ji Rêveberiya Xweser ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Her wiha di êrîşa li ser gundê Girhok ê navçeya Çilaxa ya Qamişloyê de îstasyona petrolê ya Dîcleyê jî hate hedefgirtin. Di vê êrîşê de 2 endazyar birîndar bûn. Endezyarên bi navê Asir Setam û Ebdulkerîm Ebdo birin nexweşxaneyên Girkê Legê û Qamişlo.

Li gundê Meşref ê Qamişloyê di encama hedefgirtina wesayîtekê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li Tirbespiyê jî wesayîtek bû hedef, li gundê Zediyê yê Dirbesiyê bi dronan êrîş pêk hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 161 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:37:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x