Gedo: Em dixwazin PYDê biguherînin

Endamê Desteya Siyasî ya ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê Ebdullah Gedo diyar kir ku di rewşa heyî de zehmet e ku bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re li hev bikin û diyar kir ku ew dixwazin PYD’ê biguherînin.

19.01.2023, Per - 08:44

Gedo: Em dixwazin PYDê biguherînin
Nuçe Belav bike

Gedo diyar kir ku ti têkilî di navbera Opozîsyona Sûriyê û Encumen Sûriyeya Demokratîk (MSD) de tune ye û got “Opozîsyona Sûriyê amade ye bi her kesê ku ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê dixebite re rûnê, lê MSD heta niha nekariye projeya Sûriyê nîşanî me bide.”

Endamê Desteya Siyasî ya ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulah Gedo beşdarî Bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê têkiliyên di navbera ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê û Encumen Sûriyeya Demokratîk (MSD) de bersiva pirsên Dilbixwin Dara da.

Ebdulah Gedo îdia kir ku têkiliya MSDê bi PKK'ê re heye û got, "Ev girêdan ne tenê îdeolojîk e, aliyên siyasî û rêxistinî jî hene."

Herwiha Gedo got “Amerîka 3 sal in hewl dide ÎItîlafa Oposizyona Sûriyê û YPG’ê li hev bîne. Eger Rêveberiya Xweser bi projeya Sûriyetiyê re pabend be, em dikarin bên cem hev.”

Gedo da zanîn ku ew Rêveberiya Xweser ji aliyê fermî ve rewa nabînin û dibêje “Dema ku em bi PYDê û hevkarên wê re diaxivin, em şert û mercan didin pêş. Dema ku ew van şertan pêk bîne û helwestek ku ji bo berjewendiya gelên Sûriyeyê dixebite bigire, wê rewşa wî ya niha were guhertin.”

“Em dixwazin PYDê biguherînin”

Li aliyê din Gedo da zanîn ku ew nikarin bibin şirîkê Rêveberiya Xweser a niha û got “Lê eger şert û mercên me pêk bîne emê bibin şirîk.”

Gedo anî ziman ku wan ji Amerîkayê xwestiye ku PYD'ê ji hêzên weke PKK'ê yên li derveyî Sûriyeyê dûr bixe û dibêje “Em dixwazin PYDê biguherînin”

Gedo diyar kir ku bêyî navbeynkariya Amerîkayê nikarin bi PYD'ê re hevdîtinê bikin û wiha anî ziman “

Me bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî du caran bi PYDê re hevdîtin kir, lê me nekarî bigihêjin encamê “Îro Amerîka dibêje em ê we li hev bicivînin. Eger bikaribib bikin dê baş bibe.”

Li ser peywendî û nêzikbûna di navbera Tirkiyê û Sûriyê de Gedo amaje bi yekê kir ku eger ne bi dilê wan be, ew li dijî vegerandina koçberên Sûriyê ne û got, ew ne di wê baweriyê de ye ku danûstandinên Sûriyê-Tirkiyê bigihin encamekê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x