Generalê Amerîkî serdana Rojava kir

Fermandarê Hêzên Navendê yê DYAyê (CENTOM) Joseph Votel, roja iniyê serdana Sûriyeyê kir ku dîroka serdanê berê nehatibû eşkerekirin.

25.02.2017, Cts - 07:04

Generalê Amerîkî serdana Rojava kir
Nuçe Belav bike

Votelê ku di dema Obama de jî dîsa serdanek wiha kiribû, dîsa bi awayekî nepen çû Sûriyeyê û bi hin fermandarên HSDê re hat ba hev.

Berdevkê HSDê Telal Silo derbarê serdana Votel de hin daxuyanî dda AFPê û diyar kir ku ew li ser mijarên 'di dema Donal Trump de zêdekirina kordînasyon û alîkariya DYAyê' axivîne.

Telal Silo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku DYAyê soz daye wan ku hin çekên giran bidin wan.

Siloyê ku hevdîtinê wekî teyîtkirina desteka DYAyê ya bo wan şirove dike wiha got: 'Encam erênî bûn. Em li ser operasyona xezeba Firatê û mijara leşkerên hevpar axivîn.'

Li gorî agahiyên çavkaniyek payebilind yê HSDê Votel diyar kiriye ku wê koalîsyon parastina Minbicê ji êrişên Tirkiye û hêzên pê ve girêdayî berdewam bike.

Heman çavkanî got wan mijara vekirina korîdorekê ya ji aliyê hêzên bi Tirkiyeyê re girdayîne ya li herêmên di bin kontrola me jî neaxivîne.
Wezareta Parastinê ya DYAyê derbarê serdanê de hêj ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x