Grûpên nêzîkî Îranê baregeha Amerîkayê ya li Şedadiyê kir armanc

Grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve, careke din baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Şedadiyê bombebaran kir.

23.11.2023, Per - 06:30

Grûpên nêzîkî Îranê baregeha Amerîkayê ya li Şedadiyê kir armanc
Nuçe Belav bike

Baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Şedadiyê 60 kîlometreyan li başûrê Hesekê ye.

Grûpa bi navê Mûqwemeya Îslamî ya Îraqî, ragihand ku çekdarên wê roja sêşemê baregeha li Şedadiyê bi çekên guncav kiriye armanc.

Çavkaniyên xwecihî jî tekez kir ku êriş li wê baregehê hatiye kirin.

Ji destpêka şerê Xezeyê ve, grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve zêdeyî 30 carî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê êrişî hêzên Amerîkayê kirine.

Bargehên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li zeviya el-Omer, zeviya Konîkoyê ya li rojhilatê Dêrezorê, li Şedadiyê û xirab el-Cîrê ya di navbera Tilkoçer û Rimêlanê de ne.

Lêkolînerê Navenda Feratê yê li Qamişloyê Welîd Çolî derbarê bandora wan êrişên li ser hêzên Amerîkayê ji Rûdawê re diyar kir ku Amerîka dixwaze hêza li Rojhilat Navîn zêdetir bike.

Li hemberî wan êrişan, hêzên Amerîkayê tenê 3 caran pêgehên wan milîsan li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:01:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x