Guman hene hejmarek revandiyên Kurdên Êzdî li Kampa Holê bin

Piştî 8 salan ji revandinê ji aliyê DAIŞê ve, hejmareke malbatên Kurdên Êzdî li Şingalê dibêjin, dibe ku kesûkarên wan di kampa Holê de bin.

09.11.2022, Çar - 05:51

Guman hene hejmarek revandiyên Kurdên Êzdî li Kampa Holê bin
Nuçe Belav bike

Koçberekî Êzîdî Xwedêda Misto ku li kampên koçberan li Duhokê dimîne dibêje, gelek kesên ku ji DAIŞê rizgar bûne dibêjin, gelek Kurdên Êzîdî li kampa Holê ne lê newêrin xwe eşkre bikin.

Dema ku DAIŞê sala 2014an êrîşî Şengalê kir, bi hezaran Kurdên Êzdî revandin, heta niha 3 hezar û 562 revandî hatine rizgar kirin.

Xwedêda Misto rahiştiye wêneyên hevjîn û keçên xwe ku di sala 2014ê de ji Komelgeha Xanesorê ya qezaya Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û heta niha wenda ne. Piştî heşt salan ji revandina wan, Xwedêda çaverêyî eşkerekirina çarenivîsa hevjîn û zarokên xwe dike.

Koçberê Êzdiyên Şingalê Xwedêda Misto got “Ez ji ev ên ku rizgarbûne pirsyar dikim, ew dibêjin li Kampa holê hene lê newêrin bibêjin `em Êzdî ne`. Ez bawer nakim keçikan kuştibin. Em dibêjin ew hene. Divê vanê mayî bên rizgarkirin.”

Şeş hezar û 417 Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, heta niha çarenivîsa 2 hezar û 600 kesan ne diyar e, ku piraniya wan jin û zarok in.

Bihar Dawûd, koçbereke din a Kurdên Êzdî ye, li kampeke Dihokê çavê wê li eşkerebûna çarenivîsa hevjîn û kurê wê ye ku DAIŞê ew revandine.

Koçbera Êzdî li Dihokê Bihar Dawûd dibêje “Ez tiştek ji wan nizanim. Ez nizanim sax in yan mirî ne. Bi Xwedê ne telefonek, ne xeberek û ne jî yekî gotiye min ew dîtine. Kurê min temenê wî 20 salî ye. ev ne zehmet e ku ev 8-9 sal in di destê van kafiran bin em nizanin sax in yan mirîne. Ev du mirin in, ji mirinê zehmettire.”

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê, 3 hezar û 562 revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine azadkirin. Di dema êrîşa ser Şingalê de, çekdarên DAIŞê nêzîka 5 hezar Kurdên Êzdî kuştin. Qurbanî jî di nav 81 gorên bikom de ne, lê tenê 23 gor hatine vekirin.

Rêveberê Rêxistina Yezda Cemîl Xanim ragihand "Hê jî çarenivîsa bi hezaran ji wan revandiyan ne diyar e. Heta ew kesên ku rufatên wan ji gorên bikom hatine derxistin hê jî pişkinîn û nasîna nasname û vegerandina wan bo kesûkarên wan ne diyar e."

Kesûkarên wan Êzdiyên revandî bi guman in ku beşekî wan keç û jinên revandî ligel kesûkarên çekdarên DAIŞê bo Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hatibin birin, heta niha jî çend revandî li Kampa Holê hatine dîtin û vegeriyane nav kesûkarên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:16:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x