Li dijî radestkirina Navenda Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, Heşdî Şeibî û erebên hawirde xwepêşandanek li dar xistin û rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtin.
Li dijî radestkirina Navenda Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, Heşdî Şeibî û erebên hawirde xwepêşandanek li dar xistin û rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtin.
Di destpêka vê mehê de, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî fermana vegerandina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê dabû.
33 baregehên PKKê li Kerkûkê hebûn, her çend li gor zanyariyên Kurdistan24ê, piraniya baregehên PKKê hatine valakirin, lê baregeha sereke ya encumena serkirdatiya PKKê li Kerkûkê heta niha ji aliyê fermandeyê operasyonên Kerkûkê ve ye.
Di 16ê Cotmeha 2017ê de, hêzeke kurdî bi rêkeftina Heşda Şeibî Kerkûk radestî Heşda Şeibî kir, ji wê demê ve, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kir û weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir.
Biryare roja 18ê Kanûna 2023ê hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û Kerkûk jî tê de bên kirin.
Di hilbijartinên sala 2005ê de, partiyên siyasî yên kurd li Kerkûkê beşdarî lîsteya Biratiya Kerkûkê bûn û 26 kursî ji 41 kursiyan weke lîsteya yekem li Kerkûkê bi dest xistin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hemû desthilat ji aliyê parêzgarekî ereb ve hatin desteserkirin. .