Hesekê: 70 kes derbasî Bakurê Kurdistanê bûn

Li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, 70 welatiyên Sûriyeyê bi rêya qaçaxçiyan derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

09.02.2024, Cum - 11:56

Hesekê: 70 kes derbasî Bakurê Kurdistanê bûn
Nuçe Belav bike

Cendirmeyên Tirkiyeyê 7 kes ji wan girtin û ew birin Mêrdînê.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev 70 kes di bin baran, mij û moranê de bi rêya qaçaxçiyan ji sînor derbas bûne.

Dema derbas bûne cendirmeyên Tirkiyeyê 4 jin û 3 merên ku temenê wan di navbera 18 û 27 salan de ye girtine û ew birine Mêrdîna Bakurê Kurdistanê.

SOHRê diyar kir ku heta niha jî çarenivîsa wan 7 kesan ne diyar e.

Çiriya Pêşîna 2023yan jî 24 welatiyên Sûriyeyê hewl dabû ji navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê derbasî navçeya Serê Kaniyê ya Bakurê Kurdistanê bibin.

Cendirmeyên Tirkiyeyê li ser sînor gule li wan reşandibûn, 5 kes hatibûn birîndarkirin û her 24 kes hatibûn desteserkirin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x