Hesen Koçer: Bêdengî ji bo qirkirina gelê herêmê piştgirî ye!

Hesen Koçer ragihand ku bêdegiya navdewletî ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê, ji bo qirkirina gelê herêmê wekî piştgiriyê ye.

16.10.2023, Pts - 06:06

Hesen Koçer: Bêdengî ji bo qirkirina gelê herêmê piştgirî ye!
Nuçe Belav bike

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer da zanîn ku dewletên zilhêz li herêmê rola herî mezin didin Tirkiyeyê.

Hesen Koçer amaje pê kir ku Tirkiye ji bo nehiştina Kurd û Eraban hemû hêz û şiyana xwe bi kar tîne.

“Bêdengî wekî piştgirî û alîgiriyê ye”

Koçer, bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û got:

“Bêdengiya navdewletî ya li beramberî êrişên Tirkiyeyê wekî piştgirî û alîgiriyê ye ji bo qirqirina gelên li herêmê.

Lewma jî pêwîst e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku serwerî û yekîtiya xaka xwe biparêzin hevgirtî bin.”

Tirkiyeyê ji 4ê vê mehê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de zêde kirine.

Tirkiye di van êrişan de herî zêde jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê dike armanc û zerereke mezin gihandiye jêrxane û beşên xizmetguzariyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x