Hevpeymanan yekem bingeha çavdêriyê li Girê Sipî danîn

Yekem bingeha çavdêriyê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, li bajarokê Girê Sipî hat danîn.

28.11.2018, Çar - 09:00

Hevpeymanan yekem bingeha çavdêriyê li Girê Sipî danîn
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Girê Sipî, Hevpeymaniya Navdewletî bi mebesta çavdêriya rewşa ser sînor û aramkirina rewşê û nehiştina egerên her şerekî di navbera Artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûrya Demukrat de, yekem bingeha çavdêriyê li Girê Sipî danî.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, ku mebest ji danîna wê bingehê, çespandina aramiyê ye li navçeyên sînorî û berdewamkirina armanca sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ye ku niha rûbirûyî çekdarên DAIŞê dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 930 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:56:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x