Hevserokê PYD'yê Şahoz Hesen: Yekitîya Kurdan girîng e

Hevserokê nû yê PYD'ê Şahoz Hesen ji Ajansa Mezopotamya re axifî û got: "Bila were zanîn ku axên me bi berxwedanê stendine, em bernadin û her wiha got ger hemû perçe û hêzên Kurd werin gel hev û stratejiyeke hevpar diyarbikin.

25.10.2017, Çar - 10:03

Hevserokê PYD'yê Şahoz Hesen: Yekitîya Kurdan girîng e
Nuçe Belav bike

Hevserokê nû yê PYD'ê Şahoz Hesen di derbarê geşedanên liser herêmên Kurdistanê de axifî û axaftina xwe de balkêşa ser wê yekê ku yekîtiya Kurdan gelekî giringe û got: "Şingal cîranê me yê sînorî ye û haya me ji her tiştî heye. Xuya dike ku du hêzên cuda PDK û YNK siyasetên cuda dimeşînin. Ev yek jî nade qezenckirin. Ya rast ewe ku hemû perçe û hêz werin gel hev û stratejiyeke hevpar diyarbikin û bi fomruleke tevgereke hevpar bikin."

Her wiha Şahoz Hesen berdevamiya axaftina xwe de diyarkir, "Reqqa hatiye rizgarkirin, beşeke giring ya çolterên Dêra Zorê jî hatine azadkirin û hemû cîhan van geşedanan bi baldarî dişopînin. Ya rastî ewe ku li Suriyê çareseriyeke siysî pêk were. Di vê wateyê de serkeftinên leşkerî û siyasî giring in. Li hember van serkeftinan êrîşkarî jî heye lê li hember van êrîşkariyan îradeya berxwedanê jî heye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1673 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x