Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsya li ser çiyayê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bû.
Girê Miştenûrê, cihekî stratejîk e û ji bo cara yekem e hêzên Rûsî li wî çiyayî bi cih dibin.
Ev pêngava Rûsya di demekê de ye, Tirkiye di dema dawî de gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û bi riya dronan navçeyên sivîlan û baregehên HSDê li herêma Kobanê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.