Hêzên Amerîkayê li du binkeyên din Rojava bicih bûn

Hêzên serbazî yên Amerîkayê li du navçeyên din ên li Hesekê dest bi pêkanîna xalên leşkerî kirin û du karwanên nû gihiştin Rojavayê Kurdistanê.

15.11.2019, Cum - 09:15

Hêzên Amerîkayê li du binkeyên din Rojava bicih bûn
Nuçe Belav bike

Hêzên serbazî yên Amerîkayê di destpêka êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê çend binke û xalên serbazî li navçeyên li jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) vala kiribûn. Lêbelê piştre di çarçova biryara hiştina hêzekê li Rojava, hêzên Amerîkî li hinek deverên din pêgehên xwe yên serbazî bihêztir kirin ku ew jî li navçeyên nêzikî bîrên petrolê ne.

Li gor zanyariyan hêzên Amerîkayê ku li parêzgeha Hesekê hejmareke binke û xalên serbazî hene, li du navçeyên din ên wê parêzgehê dest bi avakirina binkeyan kirine. Bi avakirina wan binkeyan, hejmara binke û xalên serbazî yên Amerîkayê li Hesekê digihije 7 binkeyan.

Du karwanên serbazî yên hêzên Amerîkayê di heyama du rojan de bi rêya deriyê sînorî yê Elyarubye li ser sînorê Iraq û Sûriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragihandibû ku karwanê yekem ê serbazên Amerîkî ji zirîpoş û barhilgiran ku 20 otomobîlên serbazî tê de bûn gihişt bajarokê Tirbespiyê û li wê deverê binkeyek bo serbazên Amerîkî tê avakirin.

Peyamnêra Rûdawê aşkere jî kir ku karwanê din jî ku ji 10 otomobîlan pêk dihat duh gihişt gundê Hîmo yê li rojavayê navenda bajarê Qamişlo û li wê deverê bicih bûye.

Ev tevgera hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley di dawîn daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê bi mebesta parastina bîrên petrolê derdora 600 serbazan bihêlin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 915 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:43:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x