Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê 3 gundên Minbicê, topbaran kirin.
Ew gund di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ne.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şevê din, hêzên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê li navçeya Mertalê Firatê 3 gundên Minbicê topbaran kirine.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandê, her sê gundên el Seyade, Um Edese û el Dendeniyê bi topên hawinê hatine armanckirin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di topbaranê de, zerer gihiştiye mal û milkê sivîlan.