Hikûmeta Iraqê: 29 hezar Iraqî li kampa Holê mane

Hikûmeta Iraqê ragehand, derdora 29 hezar Iraqî li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê mane.

26.07.2022, Sal - 13:45

Hikûmeta Iraqê: 29 hezar Iraqî li kampa Holê mane
Nuçe Belav bike

Wekîlê wezareta koç û koçberan ya Iraqê, Kerîm Nûrî ragehandiye, heta niha 50 kampên koçberan li nav Iraqê de hatine girtin lê hîn 26 kampên koçberan li Herêma Kurdistanê mane.

Kerîm Nûrî her wiha got, ew malbat û koçberên Iraqî yên ji kampa Holê ya Sûriyê hatine veguhestin, li kampa Cedhe li başûrê Mûsilê hatine bicîhkirin. 300 malbat ji wê kampê derketine û çûne ser cih û warê xwe, derdora 600 malbat jî mane.

Wî berpirsê Iraqî da zanîn, li kampa Holê ya Sûriyê jî Iraqî mane û hejmara wan derdora 29 hezar kesan e, dê hemû bên vegerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x