HRW: Kuştina 4 sivîlên Kurd li Cindirêsê berdewamiya binpêkirinên ji 5 salan ve ye

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) bang li Tirkiyê kir ku lêpirsînê derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê di şeva Newrozê de bike û dest ji piştgiriya komên çekdar berde.

23.03.2023, Per - 09:09

HRW: Kuştina 4 sivîlên Kurd li Cindirêsê berdewamiya binpêkirinên ji 5 salan ve ye
Nuçe Belav bike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand, endamên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindêrisê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û di encamê de 3 bira û kurê yekî ji wan hatin kuştin, her wih 3 kesên din birîndar in ku rewşa yekî ji wan giran e.

Alîkarê Rêvebirê Rojhilata Navîn ê Human Rights Watch Adam Coogle got, binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên Sûrî ve, ji 5 salan ve berdewam in û Tirkiyê rê daye wan çekdaran ku kiryarên xirap li dijî xelkê herêmê bikin, bêyî ku kesek ji wan were cezakirin.

Adam Coogle got jî, Tirkiyê ji bo rêgirtina li van binpêkirinên grûpên çekdar tiştekî pratîkî nekiriye û Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di parastina sivîlan de têk çûne.

Di rapora Human Rights Watch de hatiye, Tirkiye wek hêzeke dagîrker û piştevaniya grûpên opozîsyona Sûriyê dike, divê ew bi xwe lêkolînê di kuştina van 4 welatiyên Kurd de bike û tawanbaran ceza bike.

Her wiha daxwaz ji Tirkiyê kir ku piştevaniya xwe ji bo grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ku binpêkirinan di derheqê sivîlan de dikin rawestîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 961 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x