HSD: 4 leşkerên Tirkiyeyê li bakurê Hesekê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, hêzên wan li 5 baregehên arêtşa Tirkiyê li herêmên bakurê Hesekê dan, di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

10.10.2023, Sal - 16:57

HSD: 4 leşkerên Tirkiyeyê li bakurê Hesekê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya mafê parastina rewa de li hember êrişên Tirkiyê de, hêzên wan duhî baregehên artêşa Tirkiyê li gundewarê navçeya Zirganê ya bakurê Hesekê kirin armanc girtin.

Diyar kir jî, hêzên wan zêdetirî 38 topên hawanê li baregehên artêşa Tirkiyê dan û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Got jî: “Di çarçoveya operasyonên bersivdayînê yên hêzên me di çend rojên dawîn lidar xistine de, 15 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 13 leşker jî birîndar bûn.”

Ji aliyekî din ve, Tirkiyeyê ku belav kiribû di encamên êrîşên çend rojên borî de, 162 şervanên HSDê hatine kuştin. HSDê ev amar red kirin û diyar kir û aşkere kir, di encama êrîşan de, 45 kes hatine, 11 ji wan sivîl bûn, yên din jî endamên asayişê bûn.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, navendên HSD û asayişê bombebaran dike, di encamê de jî gelek ziyanên canî û madî derketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x