HSD: Di êrişa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên me canê xwe ji dest da

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bajarê Qamişloyê di êrişa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest da.

04.08.2023, Cum - 11:54

HSD: Di êrişa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên me canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li bajarê Qamişloyê de daxuyaniyek da.

HSDyê diyar kir ku Tirkiyeyê êrişî fermandar û şervanên wan kir.

Di daxuyaniya xwe de HSDyê got: “Tirkiyeyê bi balafireke bêmirov, êvara pêncşemê saet 19.15an otomobîla ku tê de 6 fermandar û şervanên me hebûn li ser rêya gundê Hermê Şêxo yê Qamişloyê bombebaran kir.”

Li gor daxuyaniyê wan şervan û fermandaran destûr wergirtibû û wan berê xwe dida malên xwe lê di encama êrişê de 4 şervanan canê xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn.

Şervanên ku canê xwe ji dest daye ev in: Aram Mihemed Îbrahîm, Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Berzan Mistefa Şêxmûs.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:16:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x