HSD: Grûpên rejîma Sûriyeyê ji Dêrezorê hatin derxistin

HSDyê ragihand ku hêzên wan grûpên girêdayî rejîma Sûriyeyê yên ku derbasî bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê bûne hatine derxistin.

26.09.2023, Sal - 19:32

HSD: Grûpên rejîma Sûriyeyê ji Dêrezorê hatin derxistin
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) doh ragihandi bû ku grûpên çekdar ên ku Hikûmeta Sûriyeyê piştgiriyê dide wan ji rojavayê Çemê Feratê derbasî rojhilatê çem bûne û wan êrişî çeperên HSDyê yên li bajarojê Zîbanê kiriye.

HSDyê di daxuyaniyê de dabû zanîn ku hêzên wan du grûpên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê ku derbasî bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrezorê bûne dorpêç kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro daxuyaniyeke din belav kir.

HSDyê di daxuyaniya îro da zanîn ku grûpên girêdayî rejîma Sûriyeyê yên ku derbasî bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê bûbûn hatine derxistin.

20 çekdar hatine kuştin

HSDyê amarên şer jî belav kirin û wiha got:

Di şer û pevçûnan de 20 çete hatin kuştin û 31 çete jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên li El-Meyadîn û bajarê Dêrezorê ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ne.”

4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Li aliyê din HSDyê ragihand ku 4 şervanên wan di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:41:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x