HSD ligel rîspiyan civiya

Encûmena leşkerî ya bajarokê Til Birak ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) ye, civînek ligel şêxeşîr û rîspiyan lidar xist

13.05.2022, Cum - 09:58

HSD ligel rîspiyan civiya
Nuçe Belav bike

Her wiha di civ'inê de de rewşa siyasî, leşkerî, ewlehî û debara jiyanê li navçeyê gotûbêj kir.

Di civîna ku roja Çarşemê 11ê Gulanê de hate sazkirin, fermandarê Encûmena Leşkerî li Herêma Cizîrê û nûnerên Hêzên Ewlehiya Navxwe û şêxeşîr û rîspiyên bajarokên (Til Hemsî, Til Birak û Holê) amade bûn.

Endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Leşkerî yê Encûmena Leşkerî ya Til Birak Ehmed Deraan got, “Berdewam em dixwazin bicivin ji bo dawîtirîn pêşhateyên rewşa xwe ya siyasî li navçeyê û li ser kêşeyên navçeyê rawestin, ji bo em di ewlehiyê bicih bînin.”

Mijarên rûbirûbûna gef û êrîşên Tirkiyê û rewşa siyasî jî beşek ji gotûbêjên civînê bûn.

Di derencama civînê de hatiye ku pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Siryanan, dê bi yek rêzê li hember destêwerdanên derekî rawestin, weke nîşandan bi êrîşê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Vê dema dawiyê Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê êrîşên xwe li ser Hêzên Sûriya Demokrat li hejmareke navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine, HSD jî bi berdewamî ligel xelkê kom dibe û wan ji rewşa ewlekarî agahdar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x