HSD′ê teroristekî DAIŞ′ê li Reqayê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teroristekî DAIŞ′ê li Reqayê girt ku berpirsê belavkirina çekan li şaneyên DAIŞê ye.

06.12.2023, Çar - 06:23

HSD′ê teroristekî DAIŞ′ê li Reqayê girt
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyê de ragihand, hêzên wan di çarçoveya girtina bermahiyên şaneyên DAIŞê de, duh li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê ji bo girtina çeteyekî pêk anî.

Diyar kir jî, di operasyonê de li maleke taxa Ekrad a Reqayê de, terorîstê bi navê Ebdulrezaq Mehmûd Zebkê (Ebû Xetab) girt.

Da zanîn jî, terorîstê hatiye girtin ji bajarê Babê ye û berpirsê belavkirina çekan li şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst ên li bajar û gundewarê Reqayê ye.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:13:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x