Berpirsê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî derbarê Kobanî de hişyariyê dide.
Mistefa Balî derbarê rewşa Kobaniyê de hişyariyê dide û dibêje, ji dema hêzên Amerîkayê ji wan navçeyan vekişiyane, metirsiyeke mezin li ser bajêr çêbûye.
Balî diyar kir, ku Serokomarê Tirkiyê herdem li pey ketina Kobaniyê bû û bibîr xist, ku di dema êrîşa DAIŞê de Erdogan li Dîlokê gotarek pêşkêş kir û got, Kobanî li ser ketinê ye û dikeve.
Berpirsê Ofîsa Ragihandina HSDê dibêje, rewşa Kobanî gelek metirsîdar e û rojane Tirkiye gefê dixwe ku dê êrîşî bajêr bike. Li ser rewşa Kobaniyê, Mistefa Balî got: "Rewşa Konamiyê bi giştî pirs metirsîdar e û ji xwe Kobanî wek bajarekî sembolîk ki şerê li dijî DAIŞê li wir dest pê kir û serkevtina bi ser DAIŞê de li wir dest pê kir, Tirkiye dixwaza wê sembolîkbûnê bişkîne û binpê bike."
Mistefa Balî da zanîn, Amerîkayê bo Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê jî peymana parastinê dabû hêzên Kurdî, lê belê peymanên xwe nebirin ser.
Di berdewamiya axavtinên xwe de, Balî got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşeke fermî ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û tekez kir, hêza yekemîn ku li ser erdê bi rastî şerê DAIŞê kir HSD ye û pêwendiyên navbera HSDê û Hevpeymanniya Navdewletî dê berdewam bin.
Mistefa Balî got: "Berî ku HSDê dest bi wî şerî bike, ti hêze tinebûn ku şerê DAIŞê bike, ne li Sûriyê û ne jî li Iraqê. Hêzên rejîma Sûriyê li ber êrîşa DAIŞê şikestin, hêzên rejîma Iraqê li ber êrîşan şikestin, hêzên opozisyona Sûriyê şer nekirin, wê demê YPG û YPJ û paşê jî bû Hêêzên Demokratîk, li ser erdê û di pratîkê de me şer kir û heta niha jî berdewam e."