Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nav çewlîga Hettîn li bakurê Reqayê mîrekî DAIŞê girtin.
Li gor Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, roja 4ê Çileyê 2023ê bi rêya operasyoneke taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nav çewlîga Hettîn li bakurê Reqayê mîrekî DAIŞê girtin, ku berê mîrê Beyt Malê DAIŞê bû li Dêre Zorê, dema ku DAIŞ li wê derê sedest bû.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina HSDê de hatiye, piştî xebatên şopandina rêça serkirdeyê DAIŞê, HSDê bi piştîvaniya hêzên Navneteweyî operasyonek li nav çewlîka Hittîn a bakur Reqayê pêk anîn, û di encam de serkirdeyê ku berê “Mîrê Beyt El Mal” bû û xebatên malî yên DAIŞê li Dêrazorê bi rêve dibirin hate girtin.
Navendê diyar kir ku HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî sala 2019ê hewl dane heman serkirdeyî li Dêrazorê bigiri lê reviya.
3ê Çileyê îsal jî, asayîşa Rêveberiya Xweser bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê Reqayê 2 çekdarên DAIŞê girtin ku HSDê wan bi plana êrîşa li ser navendeke asayîşê li bajarê Reqqayê ku di 26ê Kanûna 2022ê de ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibû kirin.