HSDyê li ser kesên ku di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye daxuyanî da

HSDyê ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê de li Rojavayê Kurdistanê 15 kesan canê xwe ji dest daye.

07.10.2023, Cts - 08:59

HSDyê li ser kesên ku di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê ji roja pêncşemê ve bi dronan li gundên başûrê Efrînê, Şehba, Minbic, Kobanî, Eyn Îsa, Til Temir, Zirkan, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çil Axa û Dêrikê 30 êriş pêk anîne.

Di encamê de 15 sivîl û leşkeran canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê erka xwe ya parastina gel û xaka xwe û parastina ewlehî û aramiyê bi cih bîne.”

Piştî êrişa PKKyê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya Enqereyê bombebaranên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Piştî êrişê HPGyê berpirsyarî girt ser xwe û nasnameya gerîlayan eşkere kir û diyar kir ku ew endamên Tabûra Nemiran in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x