Hêzên Tirkiyeyê holeke ahengan li Zirganê topbaran kir

Li navçeya Zirganê ya Cizîra Rojavayê Kuridstanê, holeke ahengan ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, hat topbarankirin.

30.11.2023, Per - 06:30

Hêzên Tirkiyeyê holeke ahengan li Zirganê topbaran kir
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, holeke ahengan li bakurrojhilatê bajarokê Zirganê yê navçeya Sebahiyê, ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, hate topbarankirin.

Di encama wê êrişê de dîwarê wê holê wêran bûye.

Li gorî heman zanyariyan, ew êrişa hêzên Tirkiyeyê, bersiva 20 mûşekên ku ji wan navçeyan arasteyî baregehên hêzên Tirkiyiye kirin bû.

Ew mûşek bêyî ku bigihêjin armancên xwe, ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, li ezman hatibûn jinavbirin.

Yek ji wan mûşekan li nav zeviyên çandiniyê yên wê deverê, li nêzîkî welatiyên sivîl ketibû xwarê.

Ji 5ê Çiriya Peşînê ya 2023yan ve hêzên Tirkiyeyê êrişên xwe li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x