Îlham Ehmed rewşa Rojava bi senatorên Amerîkayê re gotûbêj kir

Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed li Waşingtonê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ligel hejmarek senatorên Amerîkayê civiya.

22.10.2019, Sal - 09:30

Îlham Ehmed rewşa Rojava bi senatorên Amerîkayê re gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Îlham Ehmed roja Duşemê li Kongrêsa Amerîkayê ligel hejmarek senatorên weke Lindsey Graham û Chris Van Hollen hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinan de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û herwiha vekişîna hêzên Amerîkayê hat kirin.

Senator Chris Van Hollen di twittekê de wêneyê civîna ligel Îlham Ehmed belav kiriye û nivîsiye, ku divê Kongrês kar bike ku hêzeke diyar a Amerîkayê li navçeyê bimîne û herwiha ceza jî li ser Tirkiyê bêne ferzkirin.

Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye. Roja 17ê mehê û piştî şer û pevçûnên giran, Amerîka û Tirkiye ji bo rawestandina şer û êrîşên Tirkiyê agirbesteke demkî ya 120 saetî ragihandin, ku îşev saet 22:00 ev agirbest bi dawî tê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve piştî derbasbûna heftiyekê di ser şer de, bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk û hejmarek gundên derdorê ji destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk derxistin.

Hêzên Tirkiyê herwiha bajarê Serê Kaniyê jî dorpêç kirin, ku piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, hêzên HSDê jî vekişiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 602 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x