Ji dagirkirina Efrînê ve darzeytûn bê navber têne birîn

Piştî dagirkirina Efrînê, ji aliyê Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve, ji xeynî guhertina demografiyê darên zeytûn û mêweyan û daristan bê navber tên birin û talankirin.

28.11.2023, Sal - 18:21

Ji dagirkirina Efrînê ve darzeytûn bê navber têne birîn
Nuçe Belav bike

Bi dirêjiya bêhtir ji 5 sal û 10 mehan, ji destpêka sala 2018an ve darên zeytûn û mêweyan li Efrînê bûne armanca grûpên çekdar û Erebên hawirde.

Çalakvanê sivîl Ehmed El-Berho ku bixwe Ereb e, dîmenên zeviyên gundê Feqîran ê nahiyeya Cindirêsê belav kirine.

El-Berho di vîdeoyê de behsa birîna darzeytûnan dike û xemgîniya xwe nîşan dide.

“Darzeytûn bi destê çekdarên Hemzatê têne birîn”

Ehmed El-Berho got, “Pênc darzeytûn hatin birîn, bi awayekî giştî hatine birîn.

Temenê her darekê derdora 50 heta 70 salî ye. Nêzikî 17 dar jî bi awayekî beşî hatine birîn.

Ev Gundê Feqîran di destê Hemzatê de ye, ango proseya birînê bi destê Hemzatê bûye.

Li vê beşê, di dema mûsimê zeytûnan de ku nebûye hefteyek bidawî bûye.

Pasevan û endamên grûpan çûn û hatin dikir ji bo nehêlin xelk ji dana xûkî û bacê birevin ku wan li ser wê xelkê sepandibû.

Mixbin piştî ku mûsim bidawî hat, ti kesî guh neda zeviyan.

Pasevaniya rizqên xelkê bikin, ji ber ku ev pasevanî ji erkên we ye. Lewra ew berpirs in, ji ber ku ew dibêjin em bacê dixwazin ji bo parastina van daran.”

Ehmed El-Berho dibêje, tenê li wê devera ku ew lê ye, şeva 24ê Çiriya Paşîna 2023yan ev birîna daran hate kirin.

Heriwha El-Berho vê binpêkirinê şermezar kir û xwest ku dawî li vê binpêkirinê bê.

“Nakeve aqilan ku kesek wê ewqasî êzing ji bo mala xwe bibe”

Çalakvanê sivîl Ehmed El-Berho wiha pê de çû:

“Çi cudabûn di navbera mirov û canekî ku Xweda afirendiye de heye ku ew jî dar e, darzeytûn e.

Temenê her darekê di navbera 60-70-80 salî de ye.

Ango dibe çi kesekî diz û tawankar bê û darê bibire, tenê ji bo ku êzingan bibe û bifiroşe.

Qebareya van daran gelek ton êzing jê derdikevin.

Ev tê wê wateyê ku nakeve aqilan ku kesek wê ewqasî êzing ji bo mala xwe bibe.”

Li Efrînî birîna daran

Di heman çarçoveyê de, çalakê sivîl û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand:

“Berî 20ê Kanûna Paşîn a 2018an, li Herêma Efrînê 18 milyon darzeytûn hebûn.

500 hezar darzeytûn ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birîn.

20 hezar ji kokê, hatine hilkirin û 15 hezar darzeytûn hatine şewitandin.

Derdora milyonek darhenar jî hebûn, ew jî têne talankirin, bi taybetî li navçeyên Basîtê, Endarê, Kurzêla û Cûmê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x