Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê ragihand ku kesên ku ji Mertala Firatê diqetin, dikarin vegerin malên xwe, eger bixwazin jî dikarin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibin.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek da raya giştî, daxuyanî li navenda Meclîsê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsê ve, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku wan di çarçoveya biryarên ku di civîna 17ê Adarê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên hatin girtin de, radigihînin ku welatiyên ji herêmê yên ku beşdarî nava refên Mertala Firatê bûne, dikarin vegerin malên xwe, eger bixwazin jî, dikarin beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibin.
Herwiha di daxuyaniyê de tê amajekirin ku ev biryar dê heta mehekê bikeve piratîkê.