Ji Mazlûm Ebdî peyama yekrêziya neteweyî

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî bi minasebeta Serhildana Qamişloyê bang kir û got, “em bi hev re vê bîranînê bikin derfetek ji bo yekrêziya neteweyî û hevgirtinê.”

12.03.2024, Sal - 19:02

Ji Mazlûm Ebdî peyama yekrêziya neteweyî
Nuçe Belav bike

Îro, 12ê Adarê salvegera 20î ya Serhildana Qamişloyê ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser salvegera Serhildana Qamişloyê peyamek belav kir.

“Serhildana Qamişloyê bû sembola vîna gel li dijî zordarî û nijadperestiyê”

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

“Bi rêzdariyeke mezin, em serhildana 12ê Adara 2004an bibîr tînin.

Gelê Kurd lehengî û berxwedaneke mezin li dijî siyasetên bindestî û nokeriyê nîşan da, ev yek jî bû sembola vîna gel li dijî zordarî û nijadperestiyê.

Ka em bi hev re vê bîranînê bikin derfetek ji bo yekrêziya neteweyî û hevgirtinê.

Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, soz didin gelê xwe ku em dê vê doza lehengî û cangorîya şehîdên Serhildanê berdewam bikin.

Şehîd namirin, bijî Serhildana 12ê Adarê.”

Roja 12ê Adara 2004an, dema pêşbirka futbolê ya di navbera tîma Cihadê ya Qamişloyê û Tîma Fitûyê ya Dêrezorê de, alîgirên tîma Fitûyê êrişî alîgirên tîma Cîhadê kir û di encamê alozî derketin.

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê alîgirên tîma Cîhadê gulebaran kirin û di encamê de çend kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn.

13ê Adara 2004an, hêzên Sûriyeyê kesên ku beşdarî merasîma rakirina şehîdan bûbûn, gulebaran kirin.

Ji bo piştgiriya Qamişloyê tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê serî hilda û agirê serhildanê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê geş bû.

Heman rojê, çirûskên serhildanê gihiştin û bajar û bajarokên herêma Cizîrê.

Grûpeke ciwanên Amûdê bi coşa azadiyê, li ser pankartekê “Hûn bi xêr hatin Kurdistana Azad” nivîsî.

Di dîroka Sûriyeyê de caram yekem peykerê Hafiz Esed li Amûdê hat xwarê.

Li Zanîngeha Şamê û taxên Kurdan ên li paytextê Sûriyeyê, xwepêşanderên Kurd daketin kolanan û wan piştgirî da Serhildana Qamişloyê.

Roja 14ê Adarê, pêla serhildanê gihişt bajarê Kobaniyê.

Şêniyên Kobaniyê gelek dam û dezgehên hikûmet û istixbarata Sûriyeyê kontrol kirin.

Çirûskên serhildanê roja 16ê Adarê gihiştin Heleb û Efrînê.

Bi hezaran Kurd li her du bajaran daketin kolanan û dirûşm û siloganên azadiyê bilind kirin û ew jî bûn deng û rengê Serhildana Qamişloyê.

Hikûmeta Sûriyeyê li hemberî serhildêran tund, dijwar û xedar bû.

Hinek eşîrêtên Ereban jî piştgirî da hikûmetê û mal û milkên Kurdan talan kirin.

Li gorî belgeyan di serhildana 12ê Adara 2004an de li Heleb û Efrînê 35 kes şehîd ketin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li zanîngehên Şam û Helebê 12 xwendekar hatin girtin û 24 xwendekar ji Zanîngeha Şamê hatin avêtin.

Bi hezaran Kurd hatin girtin û 75 ji wan hatin darizandin.

100 malbatên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:16:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x