Karwanke serbazî ya Hevpeymanîya Nêvdewletî derbazî rojava ya Kurdistanê bû.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, Hevpeymanîya Nêvdewletî di karwanekê de bi dehan otombêlên serbazî ji barhelgiran û alavên serbazî derbazî rojavaya Kurdistanê kirin.
Li gor Riwangehê, ew karwana Serbazî ber bi rojava ya Qamişloyê çûye.
Berî niha jî Riwangeha Sûriya belavkiribû, Hevpeymanîya nêvdewletî li bingeha lîwa ya 113 akincî kirîye û bingeha wê ya nû 8 Km ji Dêrezorê dûre.