YPG: Em biryarên Astanayê qebûl nakin!

Fermandariya Giştî ya YPGê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hember civîna Astanayê eşkere kir û ragihand; “Li paytexta Kazaxistanê Astanayê bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê civînek hate lidarxistin. Weke YPGê em em dibînin, ku aliyên beşdarî civînê bûne parçeyek ji aloziya herêmê ne û ti çareserî di destê wan de nîne.”

24.01.2017, Sal - 16:15

YPG: Em biryarên Astanayê qebûl nakin!
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku ew biryarên di civîna Astanayê hatine girtin nas nakin û li gorî biryaran tev nagerin.

Fermandariya Giştî ya YPGê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hember civîna Astanayê eşkere kir û ragihand; “Li paytexta Kazaxistanê Astanayê bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê civînek hate lidarxistin. Weke YPGê em em dibînin, ku aliyên beşdarî civînê bûne parçeyek ji aloziya herêmê ne û ti çareserî di destê wan de nîne.”

YPGê daxuyand, ku li gorî wan krîza Sûriyê bi rêya projeya demokratîk, biratiya gelan tê çareserkirin, ku ev yek jî bi saya Rêveberiya Xweser pêk hatiye.

Fermandariya Giştî ya YPGê behsa venexwendina xwe ya Astanayê jî kir û diyar kir; “Ji ber vê yekê, em li gorî biryarên di civînê de tên girtin, tev nagerin. Ev biryar têne aliyên beşdar eleqerder dike. Em hêvî dikin, ku şerê Sûriyê û rijandina xwînê bi dawî bibe û çareseriyeke demokratîk ji bo aloziya herêmê were dîtin.″

Roja 23ê Çileyê li Astanayê di navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê de bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê danûstandinan dest pê kir.

Di encama hevdîtinan de îro Tirkiye, Rûsya û Îranê li ser şopandina binpêkirinên agirtbesta li Sûriyê û herwiha sepandina agirbestê li hev kirin.

Li gorî vê yekê, dê Tirkiye, Rûsya û Îran ji bo rê li ber binpêkirina agirbesta Sûriyê bigirin dê mekanîzmeyeke sêalî ava bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x