Li bajarê Reqayê 7 endamên DAIŞê hatin girtin

Di operasyoneke hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên SûriyeyaDemokratîk (HSD) de, li bajarê Reqayê 7 endamên DAIŞê hatin girtin.

15.06.2019, Cts - 09:20

Li bajarê Reqayê 7 endamên DAIŞê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, ku ew 7 kes xelkê Sûriyê ne û di dema girtina wan de, li navneda bajarê Reqayê dest bi ser bireke çek û teqemenî de hatiye girtin.

HSDê herwiha ragihandiye, ew 7 kes endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê ne û berpirsyarê çend êrîş û teqînên nav herdu bajarên Minbic û Reqayê ne.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpireştiya Amerîkayê, di roja 17ê Cotmeha 2017an de bajarê Reqayê bi temamî ji kontrola rêxistina DAIŞê derxist.

Ji wê demê ve heya niha kontrola ewlehiya Reqayê weke gelek bajar, bajarok û deverên din ên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê di destê HSDê de ye û encûmeneke sivîl jî bajarê Reqayê birêve dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 937 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x