Li bajarên Rojavayê Kurdistanê li ser hev teqîn çêdibin!

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, li Hesekê û Efrînê li ser hev çend teqîn çêbûn. Li gorî çavkaniyên herêmî li Hesekê û Efrînê li pey hev 4 teqîn çêbûn. Li nêzîkî Navenda Hêzên Sotoro yê Sûryanî teqînek çêbûye û 5 kes birîndar bûne.

01.07.2018, Paz - 08:47

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê li ser hev teqîn çêdibin!
Nuçe Belav bike

Di nava rojê de li Efrînê jî 2 teqîn çêbûne. Li Efrînê li ser rêya xeracê li nêzîkî Eyşe Petrolê û li nêzîkî xeracê teqîn çêbûne.

Ji ber ku li Cindirêsê jî teqîn çêbûn, leşkerên Tirkiyê gelek rê ji trafîkê re girtin.

Heta niha di derbarê sebebên teqînan de daxuyaniyeke zelal nehatiye kirin. Di van rojên dawî de li Efrînê li nêzîkî Welat û peykerê Kawayê hesinker tu teqîn çêbûbûn. Di encama teqînan de 10 sivîl hatibûne kuştin û gelek jî birîndarkirin.

Çavkaniyan ragihandin ku duh seet li 21:30 êvarê motosîkleteke bombebarkirî hatiye teqandin. Di encamê de êrîşkar miriye. Hinek kes jî birîndar bûne û rewşa hinek birîndaran giran e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 998 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x