Li bakurê parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya Rûsyayê hat kirin
Li bakurê parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya Rûsyayê hat kirin, ku ji 3ê zorxpoş û 3ê helîkopteran pêk hatibû, ji Firokexaneya Qamişlo demjimêr 9ê sibehê destpê kir û rêya xwe bi gundê Esediye li navçeya Zirganê xist, ku dibe çeperê şer di navbera HSDê û hêzên Tirkiye û grûpên girêdayî wê.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 26ê Temûzê li bakurê parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya Rûsyayê hat kirin, ku ji 3ê zorxpoş û 3ê helîkopteran pêk hatibû, ji Firokexaneya Qamişlo demjimêr 9ê sibehê destpê kir û rêya xwe bi gundê Esediye li navçeya Zirganê xist, ku dibe çeperê şer di navbera HSDê û hêzên Tirkiye û grûpên girêdayî wê.
Li gor xelkê navçeyê ev cara yekem dibe ku hêzên Rûsya li bakurê Heseke bêyî hêzên Tirkiye gera serbazî dikin, di dema ku ev 3ê rojin hêzên Tirkiye gundên Til Temir û zirganê bi dijwarî topbaran dikin di encam de 3 kesan cane xwe ji dest dane û 9 kesên din jî birîndar bûne, hevdem bi dehên malbatan derbider bûne.
Ji destpêka 2022ê û heta naverasta Temûzê 12 gerên serbazî hevbeş ên Rûsî-Tirkî li bakurê Heseke hatine kirin