Li Beyrûtê 2 Kurdên ji Kobaniyê hatin kuştin

Li Beyrûta paytexta Libnanê 2 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê di bombebaranên Îsraîlê de hatin kuştin.

30.09.2024, Pts - 10:16

Li Beyrûtê 2 Kurdên ji Kobaniyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Di bombebarana doh a li Beyrûtê de 2 Kurdên ji Kobaniyê yên bi navê Ebdullah Sadiq û hevjîna wî Yazî Mislim hatin kuştin.

Ebdullah Sadiq û Yazî Mislim ji gundê Hilincê yê Kobaniyê bûn û 6 sal bûn li Libnanê diman.

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê û dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û çekdarên girêdayî wê ve bi hezaran Kurd koçberî Libnanê bûn.

Li aliyê din, Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:40:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x