Li Cindirêsê di erdhejê de ji malbatekê 8 kesan canê xwe ji dest dane

Erdhejê gelek çîrokên bi êş li pey hiştin. Li navçeya Cindirêsa Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di erdhejê de ji malbatekê 8 kesan canê xwe ji dest dane.

21.02.2023, Sal - 09:17

Li Cindirêsê di erdhejê de ji malbatekê 8 kesan canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

5 sal e malbata ji Cindirêsê dûrî kesûkarên xwe li Hewlêrê dimînin, piştî 5 salên dûrbûnê nûçeya mirina 4 malbatên wan di edrhejê de digehe wan. 2 malbat li Cundirêsê, 2 li gundê Baflorê ku 2 KM nêzîkî Cindirêsê ne.

8 kes ji malbata xwe di erdhejê de ji dest dane. 2 heftî ye cavê wan li ser nûçeyan ranebûye, cave wan li ser rewşa Efrînê ye.

Ebdulla Omer got “Di erdhejê de keça xwişka min û 2 zarokên xwe herweha mala pismamê min û mala keça xalê min û pismamekê min yê din jiyana xwe ji dest dan.”

Leman Omer dibêje “Min peywendî li gel keça xwîşka xwe kir, min jê re got ka tu nûçe li ser malbata me tuneye, ji min re got ku Hesna çû. di bin kavilan ve miriye.”

Rojane ev malbat di tirsa jidestana ezîzekê xwe dene. Bi gotina wan piştî erdhejê kevir li ser kevir nemaye û alîkarî nagehê destê kesûkarên wan.

Nazim Omer diyar kir “Alîkarî bi rengekê baş nagihin destê xelkê me. Hemû Ereb dibin, bi taybet Erebên Idlibê. Ew Ereb çadirên ku xêrxwazan bi 300 dolarî difroşin Kurdan herweha her ofîseke şandina pereyan du çekdar li ber rawestiyane û her dema xelk pereyan werdigrin wan pereyan nîvî ji xwe re dibin. Em dixwazin ku alîkarî bi dest werin belav kirin.”

Ji bilî vê malbatê, niha her Efrîniyek li her cihekî di xem û êşa qurbanî û zerermenên edrheja navçeya Cindirêsê dene.

Bi gotina wan di vê rewşê de bi salan dem divê heta ku deverên wan vegerin weku berê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:30:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x