Li Cindirêsê û Efrînê ji ber erdhejê zêdetirî 5 hezar malbatan li kolanan dimînin

Deşta di navbera Cindirêsê û Efrînê de bûye warê penaberên ku ji ber erdheja 6ê Sibatê koçber bûne. Zêdetirî 5 hezar malbat li kolanan dimînin.

17.02.2023, Cum - 05:36

Li Cindirêsê û Efrînê ji ber erdhejê zêdetirî 5 hezar malbatan li kolanan dimînin
Nuçe Belav bike

Penabera Ereb a li Efrînê Nesrîn Mihemed got, “Bi Xwedê em di rewşeke pir xerab de ne em çi bikin zarokên me yên biçûk hene, 4 zarokên min hene. Keça min jî pênc zarokên wê hene.”

Li ser rêya di navbera Cindirês û Efrînê de kampek ji bo penaberan hatiye avakirin û 400 malbat tê de hatine bicihkirin û kon hatine vedan lê heta niha ji 400 malbatan re kon nehatiye vedan.

Penaberê Ereb ê li Efrînê Hesen Casim anî ziman, “Ez bi diya xwe, jina xwe û keça mamê xwe re li vir dimînim, ev çar roj in em li erdê radizin. Konên me nînin, 400 kes û malbat li vir in û konên me nînin. Em bi ku de biçin? Em li vir dijîn û ji bo germkirinê tiştan dişewitînin. Em her dibêjin dê îro û sibê werin û nizanim dê çi bibe û kengê were.”

Li kolanên Cindirêsê jî xelk ji ber tirsa hilweşîna xaniyên xwe li kolanan dimînin lê piraniya wan kon wernegirtine.

Şêniyê Cindirêsê Ezlî Subhî dibêje, “Em hemû li cadeyan in. Cîranên me jî hemû li cadeyan in û cihê ku em biçinê nemaye û kes jî alîkariya vî xelkî nake.”

Ji ber erdheja 6ê Sibatê tenê li Cindirês û Efrînê hezar û 250 avahî hilweşiyan û gelek kes jî bê mal man.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x