Li gor çavkaniyên xwecihî, teqîn li nêzîkî baregeheke milîsên ser bi Îranê li Taxa Himêdiyê li naverasta Derêzorê çêbûye.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Di teqînê de, 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê di encama teqîna mîneke çandî de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.