Li Dêrezorê şer di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de derket

Li Dêre Zorê şer di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de derket, serbazekî Sûrî hat kuştin, şervanekî HSDê jî canê xwe ji dest da.

14.04.2023, Cum - 05:45

Li Dêrezorê şer di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de derket
Nuçe Belav bike

Derengê şeva borî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê li gundê Hetle li Rojhilatê Dêre Zorê şer derket.

Navenda Ragihandina HSDê li ser şerê di navbera wan û artêşa Sûriyê dibêje, ew şerekî ferdî bûye di navbera endamekî wan û serbazekî Sûrî de bûye û wan dest bi lêkolînê kirine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her wiha destnîşan kir ku niha rewş vegeriyaye weke berê.

Li gorî zanyariyan serbazê Hikûmeta Sûriyê ji Firqeya 5an a artêşa Sûriyê ye ku Rûsya piştevaniya wê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:36:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x