Li Efrînê 10 welatiyên din hatin revandin

Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine di 2 rojên bûrî de hejmarek welatiyên Efrînê revandin, ji nava revandiyan 10 kes hatin naskirin.

28.08.2019, Çar - 08:13

Li Efrînê 10 welatiyên din hatin revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî 27ê Tebaxê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpa Sultan Osman bi ser gundê Qestelê Xidiriya ya navçeya Bilbilê de girtin û bi bihaneya ku wan leşkeriya neçar li cem Rêveberiya Xweser kirine, hejmarek welatî revandin, navê 5 kesan ji wan hatin naskirin

Wê rêxistinê navên kesên hatine revandin û hatine naskirin belav kir, Ebdilrehman Remezan Bekir, Semîr Bekir, Ezet Hiso, Basil Hiso, Welîd Mihemed Reşîd in.

Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, pêr 26ê vê mehê hêzên artêşa Tirkiyê avêt ser gundê Çeqelê Orte yê navçeya Şiyê û bihaneya pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hene, hejmarek mezin ji welatiyan revandin.

Ji kesên hatine revandin, Elî Seîd Xiloling, Mihemed Beyrem Hemo, Ehmed Beyrem Hemo, Selam Ehmed Elî û hevjîna Mihemed Mihemed Izo hatin naskirin.

Ev yek di demekê de ye, şeva 24ê vê mehê grûpeke çekar bi darê zorê derbasî malekê bû û kalemêrê Efrînî Mihyedîn Oso yê 70 salî kuşt û li hevjîna wî da û pereyên wan dizîn.

Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser wê ve û li gor zanyariyên çalakvanan heta niha zêdetir ji 2 hezar welatî hatine revandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 822 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x