Li Efrînê 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê du otomobîlên bombekirî teqiyan û li gorî zanyariyên Rûdawê, di encamê de şeş kes hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

27.06.2018, Çar - 12:06

Li Efrînê 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemî 27ê Hezîranê demjimêr 12:30 du teqîn li nav bajarê Efrînê çê bûn, ku teqîna yekem li li pêşiya Nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê û teqîna duyem jî li fulkeya Kawe yê Hesinkar çê bû.

Li gorî agahiyan, her du teqîn jî bi rêya otomobîlên bombebarkirî çê bûne û di encama her du teqînan de çend kuştî û birîndar hene.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah jî derbarê teqînên li Efrînê de da xuyakirin, ku du otomobîlên bombebarkirî teqiyane û ji ber wan teqînan 6 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Vîviyan Fetah herwiha got, li gorî wan zanyariyên ku ji Efrînê ve ketine destê Rûdawê, teqîn ji aliyê wan kesan ve hatine encamdan, ku niha Efrînê birêve dibin, çimku ji duh ve kêşe di navbera Lîwaya Elşamiye û Lîwaya Muitesem çê bûye.

Şev bihorî jî şerek di navbera herdu eniyan de li Efrînê çê bibû. Li gorî zanyariyan, şer li ser dest bi ser de girtin,dizîn û talankirina mal û mulkê xelkê, welatiyên bajar bûye. Nakokiyên her du hêzan jî heta îro berdewam bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x