Li Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Grûpên Çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 4 kes ji gundên Efrînê revandin.

27.06.2022, Pts - 06:35

Li Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye roja 20ê Hezîranê kesekî bi navê Ehmed Mihemed Memo ji gundê Memila yê navçeya Raco revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa da zanîn ku çekdarên “Feyleq El-Şam” ên 2 welatî (Yasir Cuma Elo û Xelîl Ehmed Şawtî) û Mihemed Ehmed Silêman jî ji gundê Burc Qasê revandin.

Li gor zanyariyan çekdaran li pêş xizmên kesên revandî li wan dane û dijûn ji wan re kirine, piştre her sê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:13:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x