Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê bi tundî li kalemêrekî dan

Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve bi tundî li kalemêrekê dan.

26.10.2022, Çar - 06:58

Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê bi tundî li kalemêrekî dan
Nuçe Belav bike

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyê Ibrahîm Şêxo ragihand, roja Şemiyê 22ê Cotmeha 2022yan, li gundê Helûbiyeya Mezin” ê ser bi nahiyeya Şerran li gundewarê Efrînê, çekdarên grûpa bi navê “Sultan Murad” a ser bi Tirkiyê, bi tundî li kalemêrekî da.

Li gorî heman zanyariyan, çekdarên grûpa Sultan Murad bi fermandariya çekdarê bi navê Ebû Welîd Ei-Izze bi tundî li kalemêrê Kurd ê 60 salî Rêzan Hisên da, ku ji xelkê gundê Helûbiyeya Mezin e. Ew jî, dema ku wî berhema zeytûnên cîranên xwe yên jin, berhev dikir, ji ber ku bavê wan koça dawî kiriye û wan jinan daxwaz ji Rêzan Hisên kir ji bo alîkariya wan bike.

Çavkaniyên ji gund diyar kirin, ku çekdaran li wî kalemêrê daye, bi behaneya ku ew zeviyê zeytûnan li jêr destê “Komîteya Aborî” ya ser bi grûpa Sultan Murad e.

Di heman çarçoveya binpêkirinan de, Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, çekdarên ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya alîgira Tirkiyê, li gundewarê Efrînê darên gelek zevî û navçeyan birrîne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:48:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x