Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve kalemêrek îşkence kirin

Li gundê Kerrê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, du çekdaran bi ser mala welatiyê bi navê Fewzî Hebeş ê 71 salî de girtin û piştî ew îşkence kirin, mala wî jî talan kirin.

09.05.2023, Sal - 07:35

Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve kalemêrek îşkence kirin
Nuçe Belav bike

Kurê Fewzî Hebeş, Aram Hebeş ji Rûdawê re got, 2 çekdaran ku cilûbergên serbazî li wan bûn, demijmêr 11ê şeva 6ê vê mehê deriyê mala bavê wî şikandin, bi tundî li bavê wî xistin.

Aram Hebeş herwiha got: “Çekdaran hezar û 500 lîreyên Tirkiyê û 400 dolarên Amerîkî ji bavê min standin, her wiha televîzyon, du butlên gazê, batriyeke otomobîlan, û her tiştên bi nirx ji malê dizîn.”

Hat zanîn ku heta niha li ser wê bûyerê ti kes nehatiye girtin.

Efrîn herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye, ku ji Adara sala 2018an ve piştî şerekî giran di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:19:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x