Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer derket

Derengê şeva borî, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de li rojavayê bajarê Efrînê derketin.

24.01.2023, Sal - 10:03

Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer derket
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, derdora nîvê şeva borî, dengê teqeyeke zêde li rojavayê Efrînê dihat bihîstin û li gor zanyariyên berdest, şer di navbera grûpên çekdar de derketibû.

Lê hinek çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve dibêjin ku dengê teqeyê ji ber rahênanên serbazî yên artêşa niştimanî li navçeyê bûye.

Roja Duşemê 23ê Çileya 2023an jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) bi ser baregehê Komîteya Hevbeş a Vegerandina Mafan li nav bajarê Efrînê de girtibûn.

Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Ebû Semîe el-Kul ji baregehê derxistibûn û di encama vê bûyerê de herdu grûpên çekdar ketibûn rewşa amadebaşiya leşkerî.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara sala 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x